KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
»KurdWatch« agahiyên li ser binpêkirinên mafên mirovan li hemberî gelê kurd li Sûriyê diweşîne.

Em behsa çîrokên van mirovan dikin, da em hayê raya giştî ya cîhanî ji wan bînin.

Ev statîstîk tenê ji wan binpêkirinên mafên mirovan pêk tên, ku me ew lêkolîn kirine - ne ji hejmara wan a rastî.
Binpêkirinên mafên mirovan ji sala 2009ê ve
604
Girtin
139
Tawanbarkirin
198
Işkencebûyî
73
Kuştî
6
Windabûyî
Agahiyên berfirehtir li ser statîstîkan >>

KURDWATCH, 20ê gulana (May) 2013ê - Di 13ê gulana 2013ê de endamên Asayişê, yên Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li Tel Marûfê (bîst kîlometr li başûrê rojhilatê Qamişlo) Serdar Qerê endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê revandin. Sedemên revandinê li gor ragehandineke Yekîtî çalakvaniya leşkerî ya Qerê bû ji bo partiyê, ya ku li herêmên kurdî çend ketîbeyên wê yên leşkerî hene. Her ketîbeyek bi dehan şervanên wê hene.

ShareThis

KURDWATCH, 18ê gulana 2013ê - Di 24ê gulana 2013ê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Mihemed Salih Mihemed Seîd, endamê ketîbeya Şêx Maşûqê Xeznewî ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê serbest berdan. Mihemed Seîd di 17ê nîsanê de bi şeş şervanên dî re yên ketîbeyê ji aliyê PYG ve hatibû revandin. Şervanên dî hîna di nav destê YPG de ne. Endamekî ketîbeya Şêx Maşûqê Xeznewî ji KurdWatch re ragehand ku Mihemed Seîd ji aliyê YPG ve hatibû işkence kirin.

ShareThis

KURDWATCH, 17ê gulana (May) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 4 heta 10ê gulana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 10ê gulanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Banyas, qirkirina taifî di bin parastina navnetewî de« de derketin ser kolanan û doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ti xwenîşandan vê heftiyê jî li darnexistin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê tenê xwenîşandanek hebû ku ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve, di nav de hevrêziya Avahî, hatibûn amade kirin. Alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî dev ji amadekrina xwenîşandanekê berdan ji ber mûsimê çandinîyê û ji ber imtîhanên bidawîkirinê yên vê sala dibistanê. Li Hisiçayê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipîyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrînê û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin. Bi giştî hejmara xwenîşandanan li herêmên kurdî ber bi kêmbûnê ve diçe.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê gulana (Mai) 2013ê - Di 6ê gulana 2013ê de endamên Asayişê, yên Hêzên Ewlekariyê yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li ser derîyê sînor yê Sê Malka, li rojhilatê Dêrikê, basa siyasetmedarên rêber yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî, rawestandin. Bas li ser rêya vegerê bû ji hevdîtinekê bi serok Barzanî re li Erlbîlê [agahiyên bêhtir]. Siyasetmedar mecbûr bûn ji erebeyê dakevin, berî ku ew bê teftîşkirin. Ibrahîm Biro, sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, rûdan piştrast kir. Biro ji PYD xwest ku ew lêborîna xwe bixwaze. Li aliyekî din endamên Asayişê diyarkiribûn, ku ew li gor fermanan kar dikin.

ShareThis

KURDWATCH, 14ê gulana (Mai) 2013ê - Di 1ê gulana 2013ê de Kamîran Hec Ebdo, endamê komîteya rêber yê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtiîya Demokrat), di ragehandinekê de sekreterê partiyê, Mihyedîn Şêx Alî, herweha komîteya rêvebir tawanbar kir, ku wan bernameya siyasî ya kongireyê dawî yê partiyê [agahiyên bêhtir] guhertibin. Di ragehandina dawî de, ya ku ew bi xwe jî hevpar bû di amadekirina wê de, daxwaza herifandina rêjîmê kiribû. Lê di nivîsa weşandî de tenê bidawîkirina desthilatdariya rêjîma ewlekarî tê axavtin. Ji ber vê yekê û ji ber nerînên cuda yên din komekê ji endamên Yekîtiya Demokrat li destpêka gulanê vekişandina xwe ji partiyê ragehandin. Endamekî Yekîtiya Demokrat ji KurdWatch re ragehand: »Armancên Alî, ji bo kontrolkirina partiyê, di kongireyê dawî de hatin xuyakirin. Endamên çend navçeyên partiyê daxwaza lidarxistina kongireyekî taybet kirin. Alî nabe ku xwe bi  asanî di ser daxwazên endamên partiyê re bibîne.«

ShareThis

KURDWATCH, 12ê gulana (Mai) 2013ê - Ji 28ê nîsan heta 6ê gulana 2013ê serok Mesûd Barzanî rêberên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî herweha nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) vexwendî Erbîlê kirin, ji bo ku bi wan re li ser çareserkirina astengiyên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê biaxive. Lê nûnerên PYD herweha yên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê, ya ku bi nêzîkahiya ji PYD tê bergumankirin, tev li hevdîtinê nebûn. Di ragehandinekê de Partiya Pêşverû sedemên dûrmayîna xwe wisa şirovekir, ku hevdîtinên wiha pir caran bê encam diman. Herweha gereke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li destpêkê astengiyên xwe çareser bike. PYD ya ku hevdîtina bi nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî re red kir, ji ber ew »ne parçeyek ji astengiyane«, nerîna xwe ku mîna ya partiya Pêşverû ye nîşanda. Herweha PYD ragehand, ku ew dê bi nûnerên Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê ya Mustefa Cuma li ser maseyekê ne rûne, ji ber ku ew di kuştina Kurdan de beşdare. Dûr ji vê yekê wan çend nûnerên xwe rêkirin Kurdistana Iraqê, ji bo serok Barzanî bi tenê bibînin.

ShareThis

KURDWATCH, 7ê gulana (May) 2013ê - Di nav 26ê nîsan û 3ê gulana 2013ê de li Tel Temrê (sih û hef kîlometr li başûrê Serê Kaniyê) çend caran teqîna fîşekan di nav şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û endamên çekdar yên eşîra erebî ya Şerabiyan de [agahiyên bêhtir] pêk hat. Herweha di 27ê nîsanê de li ser nuqteyeke kontrolê ya Şerabian li hawîrdorê Tel Temrê ji kêmayî çar Kurd hatin girtin, lê ew piştî çend rojan hatin berdan. Li gor agahiyên YPG komên islamî jî, di nav wan de Cebhet El-Nusra, li aliyê Şerabiyan şer dikirin. Di ragehandinekê de YPG da xuyakirin, ku çar endamên wê hatine kuştin herweha sih û pênc şervanên aliyê dî. Ji bilî vê yekê şervanekî ji Saûdî ya Erebî, yek ji Ewropa herweha sê Kurdên ji Kerkûkê, yên ku li aliyê Şerabiyan şer dikirin, ji aliyê PYD ve hatine girtin.

ShareThis

KURDWATCH, 6ê gulana (May) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 27ê nîsanê heta 3ê gulana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 3ê gulanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma »Xêzên we yên sor sûriyan dikujin« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ti xwenîşandan vê heftiyê li darnexistin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî,û ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê jî du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipîyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrînê û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

KURDWATCH, 5ê gulana (May) 2013ê - Di 24ê nîsana 2013e de çalakvan û rojnamevan Şiyar Xelîl (jidayikbûn 1985 li Efrînê), endamê Yekîtiya Rojnamevanên Kurd, li qehweyeke Şamê bi heft rojnamevanên dî re yên sûrî hat girtin. Ta niha ne xuyaye kîjan dezgeha muxaberatan di ber girtina wî de berpirsiyare.

ShareThis

KURDWATCH, 4ê gulana (May) 2013ê - Di pevçûnên çekdarî yên berdewam de ku di navbera Artêşa Azad ya Sûriyê (AAS) û hêzên desthilatdariyê de pêk tên, di heftiya ji 20 heta 26ê nîsana 2013ê de, dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Xwenîşanderan di 26ê nîsanê de, ku li seranserî Sûriyê di bin duruşma parastina bêhtiriyê« de derketin ser kolanan, doza hilweşandina rejîmê kirin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ti xwenîşandan li darnexistin, lê tenê şîniyên binaxkirina şervanên kuştî yên YPG [agahiyên bêhtir] û PKK li li Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê di bin duruşma »Emê kuştara Şêx Meqsûd jibîr nekin« lidarxistin. Li Qamişloyê li her yekê ji taxên Enterîyê (ji aliyê komên ciwanan yên cuda) û li Munîr Hebîb (ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve) xwenîşandanek pêkhat. Li Amûdê du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî,û ji aliyê komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê jî du xwenîşandanên ji hev cuda hebûn, yek ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) û yek jî ji aliyê komên erebî ve hatibû amade kirin. Li her yekî ji bajarên Dirbêsiyê, Kobaniyê, Çil Axa û Tirbesipîyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî xwenîşandanek li darxist. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandanên heftiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî mîna heftiyên berê ne di înê de lê di şemiyê de li dar ketin. Li Efrînê û Serê Kaniyê herwiha li taxên kurdî yên Heleb û Şamê xwenîşandan li dar neketin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]