|
|
|
Hisiça: Dadgehkirina çalakvanan dîsa hat paşdexistin
KURDWATCH, 17ê tebaxa 2012ê – Dadgeha Ceza li Hisiça rûniştinên dadgehkirina Munzir Îskan Ehmed, Fîras Cuma al-Ehmed [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê] û ya Ciwan Yûsif Yûsif [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê], yên ku di 19ê hezîran û 25ê tîrmeha 2012ê de li darketin, paş ve xistin. Rûniştina nû ji bo 30ê tebaxa 2012ê hat diyarkirin. Di wê rûniştinê de wê li şahidên bergiriyê bê guhdarkirin. Bergirî dixwaze daxwaza berdana Munzir Îskan Ehmed û Fîras Cuma al-Ehmed ji zindanê bike û ew jî mîna Ciwan Yûsif Yûsif azadkirî li benda biryara dadgehê bimînin.
|
|
|