KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Alîgirên Encumena Niştîmanya Kurd êrîşî Komeke Ciwanan dikin

KURDWATCH, 2ê hizêrana (June) 2012ê –Li 25ê gulana 2012ê alîgirên Encueman Niştîmanya Kurd di dema xwenîşandanekê, ku ji aliyê Encumenê hatibû li darxistin li tarika Enteriyê ya Qamişlo, êrîşî endamên Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê kirin, ya ku bi xwe jî endame di Encumena Niştîmanya Kurd de, herweha plakatên wan qetandin û ji wan xwestin, ji xwenîşandanê derkevin. Sedema pirsgirêkê ew rastî bû, ku Yekîtiya Hevrêzan di bin navê xwe de tevlî xwenîşandanê bûbû. Li gel ku alîgirên Yekîtiya Hevrêzan xwe dûrkirin û kombûneke xwe çêkirin, piştî kêlîkekê pevçûnek bi destan çêbû. »Eger Yekîtiya Hevrêzan naxwaze di bin navê Encumena Nişîmanî de xwenîşandanan li dar bixe, ez nikarim têbighim, bo çi ew tevlî kombûnên me dibe. Herweha ez tênagihim çima ew dixwaze Endam be di Encumena Niştîmanî de, lê di heman demê de ragehandinan li dijî Encumenê belav dike«, wisa alîgirekî Encumena Niştîmaniya Kurd ji KurdWatch re ragehand. Li hember vê endamekî Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd rexne kir: »Gelkî mixabin em dibînin, hin çalakvanên Kurd mîna rêjîmê hin şêweyan bikar tînin, ji bo azadiyên kesên dî bisînor bikin. Ti bend nînin ku li endamên Encumena Niştîmanya Kurd qedexe dikin di bin navên xwe de beşdarî xwenîşandanan bibin. Em bi hêvîne ku siyasetmedarên rêber di Encumena Niştîmaniya Kurd de vê yekê şeremzar bikin.«

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]