|
|
|
Qamişlo: Dîsa xwenîşandan – PYD cara yekê nuqteyên teftîşê li Qamişlo saz dike
KURDWATCH, 12ê hizêrana (June) 2012ê – Di xwenîşandanên 8ê hizêrana (June) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Şoreşgêr û bazirgan, dest bi dest ber bi serketinê ve« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser »Daxwazên me desthilata herêmî ye« de xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo li tarikên Qanat Swês, Enterî, Qidûrbeg û Kornîş xwenîşandan pêk hatin. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurd li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Dereng piştî nîvro çalakvanên PYD li Enteriyê du nûqteyên teftîşê saz kirin, xelk û tirimbêl hatin teftîş kirin. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Sibehî zû teqîneke biçûk nêzîkî peykerekî serokê mirî Hafiz el-Esed li Hisiçayê pêk hat, di encamê de peyker hinekî şikest. Gava xwenîşander nîrokî hewil da peyker biherifînin, hêzên ewlekariyê êrîşî wan kirin û hejmarek baş ji kesan girtin. Li Kobaniyê du xwenîşandan hebûn, ku ji aliyê PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Dêrik, Tirbespî, Girkê Legê, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî û herweha li taxên Kurdan, Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn li Şamê, xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Riknudîn hêzên ewlekariyê êrîşî xwenîşanderan kirin piştî ku vana rê girtin û tekerên tirimbêlan û tenekeyên gemarê şewitandin.
|
|
|