KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Dîsa xwenîşandan li herêmên kurdî

KURDWATCH, 27ê nîsana (April) 2012ê - Di xwenîşandanên 20ê nîsana (April) 2012ê de li seranserî Sûriyê li gel biryara bêdengiya çekan dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li tevaya Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rêjîmê kir. Di heftiya berî ya çûyî de hemû xwenîşander di bin dirûşmeke hevbeş li seranserî Sûriyê de daketibûn kolanan, vê heftiyê dîsa du diruşm hebûn. Bêtirê xwenîşanderan di bin dirûşma hevbeş »Emê bi ser kevin, Esed dê têk biçe« derketin. Xwenîşanderên dî di bin diruşma »Ev der Kurdistan e« daketin kolanan. Bi vê dirûşmê wan nerazîbûna xwe li dijî gotina serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî nîşan da. Burhan Xeylyûn gotibû: »Kurdistana Sûriyê tuneye« [agahiyên bêhtir li ser vê mijarê]. Li Qamişlo pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Kobanê du xwenîşandanên cuda pêk hatin, ku ji aliyê PYD û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê sê xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Çil Axa, Girkê Legê, Dirbêsî, Serê Kanî û li Taxa Kurdan li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Hisiça û Qamişlo hêzên ewlekariyê êrîşî xwenîşanderan kirin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]