|
|
|
Qamişlo: Rûniştina dadkirina endamekî rêkeftin hat bipaşxistin
KURDWATCH, 26ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê di 21ê cotmeha (Oktober) 2010ê de ji Muslim Hisên Ebas (1975, zewicî ye, pênc zarok) pirs li ser tawanên ku ew li gor bendên 288ê û 307ê yên qanûna tawanan bi wan tên gunehkarkirin, kirin. Tawanbarê gumankirî ev tawan red kirin. Rûniştina bê ya dadgehê wê di 31ê cotmeha (Oktober) 2010ê de pêk bê. Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî di 12ê îlona (September) 2010ê de Muslim Hisên Ebas, ku endamê Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê ye, li mala wî ya li gundê Tel Kerem nêzîkî Dirbêsiyê girtibû.
|
|
|