|
|
|
Qamişlo: Girtineke din piştî beşdarbûna di deqeyeke bêdeng de li dijî Mersûmê 49ê
KURDWATCH, 28ê îlona (September) 2010ê – Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Hisiçayê di 21ê îlona (September) 2010ê de Cemal Ibrahîm Mencê (1958, zewicî ye, heft zarok) girt. Berî hingî Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê jê xwestibû ku serî li dezgeha li Hisiçayê bide. Mencê hat girtin, çimkî ew beşdarî deqeyeke bêdeng li dijî Mersûmê 49ê bûbû, ku bi inîtsyatîva Encûmena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê di 10ê îlona (September) 2010ê de li Qamişloyê pêk hatibû. Ta niha ne diyar e bê Cemal Ibrahîm Mencê li kû ye, malbata wî jî tiştekî ser wî nizanin.
|
|
|