|
|
|
Düsseldorf: Xalid Meemo Kenco dîsa li Elmanyayê ye
KURDWATCH, 7ê tîrmeha (July) 2010ê – Xalid Meemo Kenco di 6ê tîrmeha (July) 2010ê de di rêya balafirgeha Düsseldorfê vegeriya Elmanyayê. Kenco di 1ê îlona (September) 2009ê de di çarçeweya peymana vegerandinê ya elmanî-surî ji Komara Federal a Elmanyayê hatibû şandin Sûriyê û li wir hatibû girtin û işkencekirin. Di 8ê şibata (February) 2010ê de Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê li gor bendê 287ê yê qanûna tawanan ji ber belavkirina bi mebest a nûçeyên çewt û mezinkirî li derve çar meh zindan lê birîbûn. Ew di çileya paşîna (January) 2010ê de reviya Tirkiyê, û ji wê derê vegera wî ya Elmanyayê hat pejirandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
|
|
|