|
|
|
Şam: Tenê kêm Kurd ji mersûmê jimar 22 sûdê digirin
26ê şibata (February) 2010ê – Bi mersûmê jimar 22 ji 24ê şibata (February) 2010ê serok Beşar el-Esed ew kes efû kirin, ku berî 23ê şibata (February) 2010ê tawan pêk anîbin ku ji bo wan ta sê sal cezayên zindanê tên birîn. Lê bi taybetî ew tawan nakevin bin vê efûyê, ku li gor bendên 307 û 308 yên qanûna cezayan tên cezakirin. Ji ber ku hejmareke mezin ji çalakvanên kurd li gor van bendan tên gunehkarkirin, hejmra wan Kurdên ku ji ber sedemine siyasî soz li dijî wan hatine vekirin û ji efûyê sûdê sigirin, hindik e. Tenê ew çalakvanên ku li gor bendê 288ê doz li dijî wan hatine vekirin, ji vê mersûmê sûdê digirin. Ji ber vê yekê ev kesên jêrîn ji zindanê serbest hatin berdan an jî dozên wan hatin rawestandin: Mihemed Salih Xelîl [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] Fêsel Sebrî Neeso, Fener Cemîl Seedun und Nesridîn Mihemed Berhik [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] Behcet Elî Ibrahîm [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] Rojîn Cumaa Remo, Feleknaz Xelîl, Efra Musa Mihemed und Mihemed Xelîl Xelîl [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] Ehmed Ebdela Tacidîn, Mihemed Şerîf Silêman Mihemed, Fuad Murad Ehmed und Yasîn Mihemed Şêxmûs [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] Lokan Silêman Xidir, Idrîs Mihemed Mihemed, Rêwan Cemîl Cemîl und Enwer Ebdilrehman Elî [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê] Fuad Elîko und Faris Xelîl Iniz [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
|
|
|