KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Şam: Barzanî Kerro bi cudakirina beşekî ji xaka Sûriyê tê gunehkarkirin

15ê şibata (February) 2010ê – Dadgeha Tawanan a Leşkerî li Şamê roja 15ê şibata (February) 2010ê biryara di doza Barzanî Kerro de bi paş xist ji bo roja 17ê şibata (February) 2010ê. Di rûniştineke ji bo raya giştî girtî ji Kerro, ku di hizêrana 2009ê de ji Qubrisê hatibû derxistin, pirsên li ser wan gunehan jê hatin kirin, ku ew li gor bendê 267ê yê qanûna tawanan bi wan tê gunehkarkirin. Wî tevaya îdîayên li dijî wî red kirin. Rûniştina bê ya dadgehê wê ji bo axavtina parêzerê wî pêk bê. Li gor agahiyên ku KurdWatch bi dest xistine, Kerro di zindana lêkolînê de rastî işkenceyan dihat. Ew rastî lêdana li ser binlingan (feleqe) dihat, ku hefziyekê hest di lingên wî de nebûn. Barzanî Kerro hîn jî di zindanê de ye. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]