|
|
|
Qamişlo: Civana rûniştina dadgehkirina ji ber rahiştina belavokên el-Partî eşkere bû
26ê çileya paşîna (January) 2010ê – Mehmûd Zibêr Mehmûd, Zibêr Hesen Mehmûd û Ebdilwehab Şêxmûs el‑Faris mecbûr in roja 10ê şibata (February) 2010ê biçin pêşiya dadwerê leşkerî li Qamişloyê. Piştî girtina wan di 11ê îlona (September) 2009ê de, ku hingî dest hatibû danîn ser belavokên partiyê yên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el‑Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, ew di 14ê îlona (September) 2009ê de hatin veguhestin zindana Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Di 16ê çileya pêşîna (December) 2009ê de ew hatin veguhestin Dozgeriya Leşkerî li Şamê. Ji ber ku hingî dozger diyar kiribû ku ti îşê wî bi meseleyê tuneye, kesên jorîn di heman demê de hatin veguhestin Dozgeriya Leşkerî li Helebê û di 20ê çileya pêşîn (December) de li wê derê rastî lêpirsînan bûn. Piştî lêpirsînan Ebdilwehab Şêxmûs el‑Faris serbest hat berdan. Di 22ê çileya pêşîn (December) de li gor bendê 307 yê qanûna cezayan ji ber rahiştina belavokên partiyê li dijî hersî kesan doz hat vekirin. Mehmûd Zibêr Mehmûd û bavê wî Zibêr Hesen Mehmûd hîn jî li Helebê di Zindana Navendî de ne. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]
|
|
|