|
|
|
Qamişlo: Endezyarek ji ber rexnekirina rêjîmê hat girtin
KURDWATCH, 30ê tebaxa (August) 2011ê - Dadwerê Leşkerî li Qamişlo di 28ê tebaxa (August) 2011ê de biryar da ku Mejdel Ebdilfetah Ucê (1957, zewicî ye, şeş zarok) di zindanê de bimîne. Di 26ê tebaxa (August) 2011ê de endamên Dezgeha Ewlekariya Leşkerî Ucê girtibû. Ew bi axavtina xerab li ser rêjîma Sûriyê tê gunehkarkirin. Ucê wek endezyar karmendê Wezareta Berevaniyê ye.
|
|
|