KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Şam: Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind dîsa dadkirina endamên Yekîtî bi paş dixîne - Parêzer dadgehê boykot dikin

KURDWATCH, 17ê adara (March) 2011ê – Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê di 13ê adara (March) 2011ê de dadkirina Hesen Ibrahim Salih, Meerûf Ehmed Mele Ehmed û Mihemed Ehmed Mistefa bi paş xist 8ê gulana (May) 2011ê. Hersî endamên birêvebir ên Partiya Yekîtî di 26ê çileya pêşîna (December) 2009ê de hatibûn girtin. Parêzerên wan di rûniştina dadkirinê de amade nebûn. Wan diyar kir ku ew beşdar nebûn, çimkî ta niha qedexe ye ku ew bi miwekilên xwe re biaxivin. Di daxuyaniyekê de, ku ji aliyê bîst parêzeran ve hatiye imzekirin, hatiye nivîsandin ku Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê ne li gor qanûnê tevdigere. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]