|
|
|
Heleb: Salek û nîv zindan ji bo alîgirekî PYDê – Işkence di zindana lêkolînê de
KURDWATCH, 9ê cotmeha (Oktober) 2010ê – Dadgeha Cezayê ya Leşkerî li Helebê di 26ê îlona (September) 2010ê de li gor bendê 278ê yê qanûna tawanan salek û nîv zindan li Teymûr Ibrahîm Ibrahîm (1954, pênc zarok) birîn. Ibrahîm, ku alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) e, di 17ê adara (March) 2009ê de li Qamişloyê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibû girtin. Di dema girtina lêkolînê de, ku bîst rojan dirêj kir, ew ewqasî rastî lêdana binlingan dihat ku wî nema dikarî bimeşe. Piştre Ibrahîm hat şandin cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê, ku li wir ji ew rastî lêdan û işkencekirina bi elektrîkê dihat. Ew di 5ê gulana (May) 2009ê de hat şandin Helebê. Ji ber ku Teymûr Ibrahîm bêtirî dema cezaya xwe di zindanê de maye, ew piştî biryara dadgehê di 26ê îlona (September) 2010ê de serbest hat berdan.
|
|
|