KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Şam: Ji ber »tawanên li dijî dewletê« Wezareta Hundir li 287 nişteciyên parêzgeha Hisiçayê yên ku li derve dijîn, digere

KURDWATCH, 16ê tebaxa (August) 2010ê – Wek ku berê hatibû ragihandin, di destpêka gulanê de lîsteyên bi navên kesên ku li derveyî Sûriyê dijîn, hatine şandin ji dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê re. Ligel van lîsteyan ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye şandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha Ewlekariya Dewletê nabe ku ew belgeyên nasnameyê bidin wan kesên ku navên wan di lîsteyan de ne. KurdWatch niha nisxeyek ji tevaya lîsteya navên hemû kesên peywendîdar li parêzgeha Hisiçayê – bi tevayî 287 kes in – û herweha nisxeyek ji nameya Wezareta Hundir a sûrî bi dest xist. Ji vê nameyê eşkere dibe ku kesên ku navên wan di lîsteyê de ne, ti belgeyên nasnameyê nastînin, ne bi şêweyekî şexsî, ne jî di rêya mirov û parêzeran re. Ev herweha tê wê wateyê, ku ew nikarin di rêya nûnerîtiyên Sûriyê li derve doza paseportan bikin an nikarin belgeyên ji dezgehên nifûsê bi dest bixin, ger bixwazin bizewicin.
Berevajî baweriya te niha, lîste ne ya Dezgeha Ewlekariya Dewletê ye, lêbelê ya Wezareta Hundir e. Lê piraniya kesên di lîsteyê de mecbûr in serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê bixin, dezgehên ewlekariyê yên din pir kêm hatine behskirin. Di nameya Wezareta Hundir de hatiye nivîsandin, ku ew kesên di lîsteyê de, ku ji Sûriyê reviyane û xwe dane alî, ji ber »tawanên li dijî dewletê« li wan tê gerîn. Di rastiyê de piraniya kesên di lîsteyê de çalakvanên siyasî ne – bi taybetî behsa Kurdan, lêbelê ya Ereb û Filehan jî tê kirin. Beşek ji wan di zaroktiya xwe de ji Sûriyê derketine. Ji ber vê yekê divê fermana nehiştina dana belgeyan ji bo van kesan mîna cezakirina kesên ku wek dijber tên dîtin, bê fêmkirin.
Balkêş e ku ne hemû kesên ku navên wan di lîsteyên xweser ên Amûdê, Tirbesipî û Qamişloyê de hene, di lîsteya giştî de ne. Dibe ku ev yek ji wê yekê be, ku lîste di demine cuda de, ku ji bo me ne naskirî ne, hatine amadekirin. Ji ber ku lîste berdewam tên nûkirin, »tenaqud« dikarin pêk werin, wek ku li jor hatiye behskirin.
Wergera nameya Wezareta Hindir û tevaya lîsteya navan dikarin wek fayleke PDFê de bên daxistin: [PDFê daxîne].

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]