|
|
|
Şam: Welatiyên bê nasname ji limiqatebûna tenduristî bêpaar in
KURDWATCH, 4ê hizêrana (June) 2010ê – Bi kêmanî du nexweşxane li Şamê, nexweşxaneya taybetî el-Beyrunî û nexweşxaneya zanîngehê el-Miwasat, dermankirina kesên mektûm (welatiyên bê nasname yên li Sûriyê neqeydkirî) napejirînin. Herweha bûyerek eşkere bû, ku nexweşxaneya el-Beyrunî, ku nexweşxaneyeke taybetî ye ji bo nexweşiyên penceşêrê, nexwestiye welatiyekî ecnebî (welatiyê bê nasname yê li Sûriyê qeydkirî) derman bike. Ji bo agahiyên berfireh li ser rewşa Kurdên bê nasname li nivîsara »Kurdên bê nasname li Sûriyê - Koçberên neqanûnî yan goriyên siyaseteke neteweperest?« biner. [PDFê daxîne]
|
|
|