KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Biryara li dijî Welat û Eyûb Mihemed hat bipaşxistin – Işkence di zindana lêkolînê de

10ê adara (March) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Qamişloyê roja 9ê adara 2010ê doza Welat Eyûb Mihemed û Selah Eyûb Mihemed bi paş xist roja 27ê nîsana (April) 2010ê. Li dijî herduyan li gor bendên 288 û 307ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin.
Welat û Selah Eyûb Mihemed bi biryara dozgerê li Helebê di 20ê çileya pêşîna (December) 2009ê de ji zindana li Qamişloyê serbest hatibûn berdan, ku ew ji 1 an jî 2ê çileya pêşîna (December) 2009ê ve tê de bûn. Berî hingî herdu birader li Hisiçayê di zindana navendî de bûn. Li gor agahiyên ku KurdWatchê bi dest xistine, Welat Eyûb Mihemed di dema zindana lêkolînê de li Hisiçayê hatibû işkencekirin. Ew hatibû xistin dulabekî û rastî lêdanan dihat. Herweha ew bi dest û lingên girêdayî hatibû danîn ser kursiyeke hesinî, ku piştê ber bi dawî ve ditewîne (»Kursiya Elmanî«).
Gerek biryara li dijî biraderan di 27ê nîsanê de bê ragihandin. [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]