KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Şam: Siyasetvanek Yekîtî di zindanê de »winda bû«

3ê şibata (February) 2010ê – Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind di 26ê çileya paşîna (January) 2010ê de biryara di doza pênc siyasetvanên kurd de ji bo demeke nediyar bi paş xist. Nezmî Ebdilhenan Mihemed (1960), zewicî ye, çar zarok, Ehmed Xelîl Derwîş (1972), zewicî ye, sê zarok, Yaşa Xalid Qadir (1973), zewicî ye, du zarok, Dilgeş Şemo Memo (1982), zewicî ye, û Tehsîn Xeyrî Memo (1980), zewicî ye, zarokek, ku tevde endamên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ne, di 29ê çileya paşîna (January) 2007ê de ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve li Helebê di xaniyê Yaşa Xalid Qadir hatibûn girtin. Ew li wê derê beşdarî semînarekê bûbûn. Piştî du mehan ji zindana lêpirsînê li Heleb û Şamê doza wan hat veguhestin Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind li Şamê. Kesên jorîn hatin şandin Zindana Saydnayayê, 30 kîlometer bakurî Şamê. Dema ku malbatên girtiyan berî şeş mehan ji bo cara pêşî derfet bi dest xistibû ku serdana girtiyên xwe di zindanê de bikin, wan bihîst ku Tehsîn Xeyrî Memo berî salekê hatiye veguhestin devereke nenaskirî. Ew ta roja îroj »windayî« ye, ti agahî li ser rewşa wî ya tenduristî û ciyê mayina wî peyda nabin. Di rûniştina xwe ya roja 26ê çileya paşîna (January) 2010ê de Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Bilind biryar da, ku doza Tehsîn Xeyrî Memo ji ya endamên partiyê yên din cuda bike.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]