KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Heleb: Dadwerê leşkerî du alîgerên PYDê serbest berdide – duduyên din di zindanê de dimînin

14ê çileya paşîna (January) 2010ê – Dadwerê leşkerî li Helebê roja 12ê çileya paşîna (January) 2010ê Lokan Silêman Xidir (1980, zewicî ye û bavê keçekê ye) û Idrîs Mihemed Mihemed (1983) serbest berda. Herdu di 10ê tebaxa 2009ê de li Qamişloyê ligel Rêwan Cemîl Cemîl (1985, zewicî ye û bavê kurekî ye) û Enwer Ebdilrehman Elî (1977, zewicî ye û bavê sê zarokan e) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve hatibûn girtin. Girtin pêk hat piştî ku kesine nenaskirî dirûşmên PKKê li ser dîwaran nivîsandibûn. Di dema zindana li Qamişloyê de bi kêmanî yek ji wan bi feleqeyan dihhat işkencekirin. Deh rojan piştî girtina wan herçar alîgerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatin şandin zindana el‑Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê. Ew li wê derê bîst rojan girtî man, berî ku ew bên veguhestin zindana Edrayê li Şamê. Di 10ê çileya paşîna (January) 2010ê de doza wan hat veguhestin Dozgeriya Giştî ya Leşkerî li Helebê, herçar girtî jî hatin şandin Helebê. Ew bi endametiya rêxistineke qedexe li gor bendê 288ê yê qanûna cezayan tên gunehkarkirin – mebest Tevgera Ciwanên Demokrat e, ku rêxistina ciwanan a PYDê ye. Rêwan Cemîl Cemîl û Enwer Ebdilrehman Elî hîn jî di zindanê de ne.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]