KURDWATCH, 2ê tebaxa (August) 2012ê – Di 2ê tîrmeha 2012ê de ajokerê taksiyê Mihemed Hewas Keleş (jidayikbûn 1991 li Qamişlo) li ser rêya firokexaneya Şamê ji aliyê endamên muxaberata hêzên azmanî ve hat girtin. Sedemên girtina wî heta niha nayên zanîn.