|
|
|
Qamişlo: Alîgirên PYD çalakvanan tehdîd dikin
KURDWATCH, 1ê tebaxa (August) 2012ê – Di xwenîşandanên 27ê tîrmeha (July) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Serhildanan herdû paytextan« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser de »Azadî ji bo rêber Abdulah Ocalan« xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo li tarikên Qanat Swês, Enterî (ji aliyê koma ciwanan Biratî û komên ciwanan yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin), Kornîş (ji alîgirên Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê, ya niha parçebûyî û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) û Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanên ereb ve) xwenîşandan hebûn. Li navenda bajêr hejmarek mezin ji hêzên ewlekariyê hebûn, loma xwenîşandan li nikarî li dar bikeve. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurdî li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Li Enteriyê alîgirên çekdar yên PYD êrîşî çend çalakvanan kirin, yên ku wêneyên vîdyoyê yên xwenîşandan digirtin. Wan bi çek bi aliyê çalakvanan de rast kirin û Laptopek, telefoneke destan û kertên parastinê ji wan standin. Piştî du rojan firaxên hatî dizînn hatin vegerandin. Li Amûdê jî sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve hatibûn amade kirin. Li Kobanî, ya ku ji 19ê tîrmehê ve ji partiyên Kurd tê bi rêvebirin [agahiyên bêhtir] du xwenîşandan li dar ketin, yek ji aliyê PYD ve û ya dî ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbesipî, Dirbêsî, Girkê Legê, Çil Axa, Serê Kanî û herweha li taxên Kurdan Riknudîn li Şamê û Şêx Meqsûd li Helebê xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Dêrik û Girkê Legê xwenîşandan ji aliyê komên ciwanan ve hatin lidarxistin, xwenîşandanên Encumena Niştîmaniya Kurd wekû heyvên çûyî li şemiyê lidar ketin. Bi taybetî li Heleb û Şamê ji ber Remezanê gelek xwenîşandan bi şev li darketin. Li Efrînê ti xwenîşandan tinebûn.
|
|
|