|
|
|
Heleb: PYD bi hovane li doktorekî dixe
KURDWATCH, 31ê tîrmeha 2012ê – Li 8ê tîrmeha 2012ê alîgirên çekdar yên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) Dr. Niyazî Hebeş (jidayikbûn 1981, bi jin, du zarok) ji mala wî li Helebê revandin. Hebeş ta êvarî di avahiyekê de, kû wî nas nedikir, hat girtin û îşkencekirin. Çalakvan bi kulman di rû de lêdan xwar, û bi pehîn jî, herweha bi elektrîk dest û lingên wî hat kontaktkirin. Di ser re jî herdû lingên wî bi kevir û boriyên hesin hatin şikandin. Karmendekî Nexweşxaneyê, ya ku ew tê de tê dermankirin, ji KurdWatch re ragehand, ku kesê birîndar dive bê amaliyatkirin û ji kêmayî du mehan dê nikarîbe bimeşe. Hebeş endamê koma opozisyonê ya »Buhara Kurdî« ye. Li gor gumana wî, revandina wî nameyek bû ji endamên dî re. Herweha wî ji KurdWatch re da xuyakirin, ku kesên wî revandibûn bi erebî bi wî re diaxivîn, lê bi telefonê bi kurdî diaxivîn. Wî ev yek wiha nirxand, ku ev hewldaneke bû ji aliyê wan, ji bo bawerî çênebe ku ew Kurdin. Li Efrînê PYD du doktorên dî tehdîd kirin, wan wekû Dr. Şêrzad Hecî Reşîd bikûjin [agahiyên girêdayî mijarê], eger ew çalakiyên xwe yên siyasî berdewam bikin.
|
|
|