KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Êrîşeke çekdar li ser nuqteyek kontrolê ya PYD

KURDWATCH, 21ê tîrmeha (July) 2012ê - Li 14ê tîrmeha 2012ê kesên çekdar êrîşî nuqteyeke kontrolê kirin ya Komîteyên Parastina Gel ya (PYD) li tarika Rojava ya Qamişlo. Di heman demê de êrîşek hebû li ser nuqteyeke kontrolê ya Artêşa Sûrî li bajarokê Hîmo yê ku bêhtir ereb lê dijîn, nêzîkî sê kîlometran li rojavayê nuqteya Kontrolê ya PYD ya li jor hatî binav kirin. Nexuyaye, eger di êrîşan de kuştî yan birîndar hebûn. Berî wê bi çend rojan komeke biçûk ya çalakvanên Kurd di internetê de vîdyoyek belav kirin, ku tê de damezrandina yekîneyeke kurdî ya çekdar li Hisiça ragehandin. Lê nexuyaye, eger heman kom berpirs e di ber êrîşekê yan di ber herdû êrîşan de.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]