|
|
|
Kobanî/Efrîn: PYD bi zordariyê xwenîşandanan radiwestîne
KURDWATCH, 6ê tîrmeha (July) 2012ê – Di 29ê hizêrana 2012ê de yekîneyên çekdar ên Komîteyên Parastina Gel ên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di destpêka xwenîşandana înê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Kobaniyê de çend kolan girtin, ku bi ser cihê serekê yê kombûnê ve diçûn. Wan nîşançiyên çekdar danîn ser banan, gule ber bi ezmên ve teqandin, êrîşî xwenîşanderan kirin û bi dehan kes ji wan revandin. Piraniya kesên revandî di heman rojê de serbest hatin berdan. Mistefa Şêxo (endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û endamekî rêber di Partiya Dêmoqrata Pêşverûya Kurd li Sûriyê - Tevgera çakaziyê de) nehat berdan. Umer Kalo, endamê Komîteya Ragihandinê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji KurdWatch re got: »Di 30ê hizêranê de PYD ji komîteya herêmî ya Enûumena Niştimanî ya Kurdî re got ku Mistefa Şêxo dê were berdan eger ew wî ji wan istîlam bikin. Lê me ev nepejirand. Em teserûfên wiha ji PYD qet qebûl nakin. Me xwest ku PYD girtiyê me serbest berde û lêborînê bixwaze «. Şêxo di 30ê hizêranê de serbest hat berdan. Bi heman awayê şirovekirî di 29ê hizêranê de li Efrînê jî li dijî beşdarên xwenîşandana Encûmena Niştimanî ya Kurdî êrîş hat kirin. Bi dehan kes hatin revandin û rastî lêdanên bi dijwarî hatin. KurdWatch navên van kesên girtî nas kirin: Siyamend Ehmed Çawîş, Ehmed Kemal Çawîş, Ebdilrehman Ehmed Bekir, Ebdilqadir Necar, Zerdeşt Mihemed Hacî, Ehmed Elo, Şiyar Bekir, Mistefa Bekir û Haşim Şêx Neesan. Di ser vê re jî di heman rojê de Azad Welî (endamê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê), ku PYD li wî digeriya, li Helebê ji aliyê alîgirên PYDê ve hat revandin. Hemû kesên girtî di heman rojê de serbest hatin berdan.
|
|
|