|
|
|
Efrîn: Piştî çend mehan dîsa xwenîşandanek li dijî rêjîmê pêk hat
KURDWATCH, 21ê hizêrana (June) 2012ê – Di xwenîşandanên 8ê hizêrana (June) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Amadekariya bilind ji bo Şoreşê« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li herêmên kurdî alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) û hin komên ciwanan di bin dirûşma xweser »Kuştarên we me dikin yek« de xwenîşandanên xwe pêk anîn. Li Qamişlo xwenîşandan li tarikên Qanat Swês, Enterî, Qidûrbeg (ji aliyê koma ciwanan Biratî û koma ciwanan ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibû amade kirin) û Kornîş (ji aliyê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û hin komên ciwanan ên serbixwe ve hatibû amade kirin) pêk hatin. Sê xwenîşandanên dî ji cihê sereke yê kombûna xwenîşandanên Qamişlo, li mizgefta Qasimo li tarika rojava ya bajêr, dest pê kirin. Xwenîşandan ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Yekîtiya Hêzên Demoqrat ên Kurd li Sûriyê ve hatibûn amade kirin. Li Amûdê jî sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê PYD, Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn. Li Kobaniyê du xwenîşandan hebûn, ku ji aliyê PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hatibûn amade kirin. Li Efrînê alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî piştî çend mehan ji bo cara yekê xwenîşandanek li dar xist. Bi alên kurdî re aleke Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê jî dihat dîtin. Di dema xwenîşandanê de PYDê êrîşî xwenîsanderan kir, çend kes birîndar bûn. Li Dêrik, Tirbesipî, Girkê Legê, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî û herweha li taxên Kurdan, Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn li Şamê, xwenîşandanên navendî pêk hatin. Li Riknudîn hêzên ewlekariyê êrîşî xwenîşanderan kirin piştî ku vana rê girtin û tekerên tirimbêlan û tenekeyên gemarê şewitandin. Herweha li Riknudînê cenazeyeke xortekî ereb pêk hat, ku pêncşemê hatibû kuştin. Hejmarek çalakvan û mirovên kesên kuştî beşdarî cenazeyê bûn.
|
|
|