|
|
|
Heleb: Bi kêmanî çar kuştî di teqîna fîşekan de li Helebê
KURDWATCH, 31ê gulana 2012ê – Li gor agahiyên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di 9ê gulana 2012ê de di pevçûnên di nav alîgirên PYD û alîgirên rêjîma Sûriyê de li tarika Şêx Meqsûd li Helebê çar alîgirên PYD hatin kuştin. Di pey êrîşeke alîgirên rêjîmê de li ser rêwiyan teqîna fîşekan di nav êrîşkeran û PYD de dest pê kiriye. Di pey re PYD hejmarek xaniyên mirovên kesên êrîşker şewitandin. Lê çalakvanekî rexnegirê PYD ji Helebê ji Kurdwatchê re diyar kir ku kesên kuştî ne alîgirên PYD bûn, lêbelê rêwî bûn ku bi musadefe li wir bûn. Li gor vî çalakvanî PYD li rawestgeha basan a Şêx Meqsûd xwe tevlî pirsgirêkekê di nav endamên malbata Begara ya bi hêz û şofêrên basan de kiriye. Begarî kirya geracê ji van şifêran distînin. Di pey vê yekê re pirsgirêk gur bûye û hejmarek kes hatin kuştin.
|
|
|