KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Serokê Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat li ser pirsa kurdî axivî

KURDWATCH, 14ê gulana (May) 2012ê – Hesen Ebdilezîm, serokê Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat, di 7ê gulana 2012ê de di hevpeyvînekê de bi koçka çatê ya »Sehildana rojavayê Kurdistan« li ser pirsa kurdî axivî. Wî da xuya kirin ku li Sûriyê Kurd hene, lê ne Kurdistana Sûriyê heye û ne jî herêmek ku bêhtir Kurd lê dijîn. Wî herweha got ku li parêzgeha Hisiçayê rêjeya Kurdan di nav 33 û 35 ji sedî de ye û li wir bêtir Ereb dijîn. Di berdewamiya axavtinê de ew li dijî her sîstemeke ne navendî ya siyasî rawestiya. Wî got ku Komîteya Tensîqê ligel Partiya Yekîtiya Deqmorat (PYD) û bi pejirandina deh partiyên dî re, piştgiriya mafê ji bo sîstemeke ne navendî ya îdarî dike li ser bingeha modela heyî ya îdareya herêmî. Di heman demê de Ebdilezîm tekez kie ku ewê ne li dijî daxwazên bêtir yên Kurdan be, eger ew daxwaz ji aliyê piraniya gelê Sûriyê ve di hilbilbijartinên demoqrat de bên pejirandin. Wek bersiv li ser ragihandinên Ebdilezîm serokê PYD Salih Muslim Mihemed di daxuyaniyekê de got ku têgeha »Rojavayê Kurdistan« ku ji aliyê partiya wî ve tê bi kar anîn, nayê wê wateyê ku ev herêm ne ji Sûriyê ye yan gereke ne ji Sûriyê be.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]