|
|
|
Amûdê: Pevçûn di nav alîgirên Yekîtî û Yekîtiya Demoqrat de
KURDWTACH, 13ê gulana (May) 2012ê – Di 9ê gulana 2012ê de di xwenîşandanekê de li Amûdê pevçûn di navbera alîgirên Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) û yên Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê de çêbû. Alîgirên Yekîtî dixwest dirûşmekê bilind bikin, ku li ser wê daxwaza federaliyê hatibû nivîsandin. Alîgirên Yekîtiya Demoqrat li dijî vê yekê rawestiyan, bi hiceta ku Encûmena Niştmanî ya Kurdî li dijî vê daxwazê rawestiyaye. Çend kes ji herdu aliyan birîndar bûn. Çalakvanekî Yekîtiyê ji Kurdwatchê re da xuya kirin, ku li Amûdê ji çend heftiyan ve rewş di nav alîgirên herdu partiyan ne xweşe.
|
|
|