|
|
|
Qamişlo: Çalakvanek ji aliyê Muxaberatên Hêzên Ezmên ve hat işkence kirin
KURDWATCH, 10ê gulana (May) 2012ê – Di 27ê nîsana 2012ê de Mihemed Ciwan Mihemed Seîd (jidayikbûn 1991), ku çalakvanek Tevgera Ciwanên Kurd e, ji girtîgeha Muxaberatên Hêzên Ezmên hat berdan. Du rojan berî wê ew li nêzîkî rawestgeha basan li Hisiçayê hatibû girtin. Ew li ser rêya hevdîtineke ji bo amadekirina »Roja Rojnamevaniya Kurdî« bû. Seîd di destpêkê de bi dest û lingên girêdayî û çavgirtî hate birin Muxaberatên Hêzên Ezmên li Hisiçayê. Li wir ew mecbûr bû xwe tazî bike û êdî ew rastî lêdanên bi dar û bi qamçî li ser pişt û lingan hat, ta yekî ji işkencevanan ji hevalê xwe xwest ku hew qamçî bi kar bîne, ji ber ew şopan dihêle. Li ser beşdarbûna wî di xwenîşandanên li dijî rêjîmê de herweha li ser nivîsên wî yên di internetê de pirs ji wî hatin kirin. Herweha endamên hêzên ewlekariyê jê re got ku Kurd hertim li dijî rêjîmê bûn, wan dixwest Sûriyê biherifînin, ew ji derve tên gerandin û ji Ewropî, Emerîkî û Tirkan çek û pereyan distînin. Herweha kesê girtî hat tehdîd kirin ku ewê »careke dî rojê nebîne«. Danê êvarê Seîd hat veguhestin avahiya Muxaberatên Hêzên Ezmên li Qamişlo. Li wir jî pirsîn, lêdan û riswakirin berdewam kirin. Roja duyem ji girtinê îşkencekirin kêm bû, lê dest û ling û çavên Seîd bi dirêjaya dema girtina wî de girêdayî mabûn. Wî xwarin nedistend û tenê piştî nerazîbûna bi qîrên bilind wî karî piyalek av bistîne. Sibeha 3ê gulanê Seîd, hîn çavgirtî, li nêzîkî firokxaneya Qamişlo ew berdan. Berî wê ew hat mecbûr kirin ku imze bike ku ew hew tevlî xwenîşandanên li dijî rêjîmê dibe. Perên wî – bi tevayî 500 lîreyên sûrî – lê nehatin vegerandin û telefona wî hat şikandin. Serbestberdana Mihemed Ciwan Mihemed Seîd bi cih hat gava hevalên wî li Amûdê û Dirbêsiyê şeva 2ê gulana 2012ê ji bo serbestberdanê xwenîşandan li darxistin. Komîteyek ji pijîşk û parêzeran gef li mudîrê bajarokê Dirbêsiyê xwaribûn, ku xwenîşander ê nivîsgeha wî bişewtînin eger Seîd ta roja dî neyê berdan. Di pey ve yekê re mudîr pejirandibû ku Seîd berî demjimêr 11ê roja dî serbest bê berdan. Li gor gotina Seîd çalakvan tim û tim piştî xwenîşandan tên girtin û piştî çend rojan serbest tên berdan.
|
|
|