KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Alîgirên PYD êrîşî xwenîşanderan kirin

KURDWATCH, 10ê gulana (May) 2012ê - Di xwenîşandanên 4ê gulana 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li tevaya Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rêjîmê kir. Vê heftiyê jî dîsa xwenîşandanên herêmên kurdî di bin du dirûşman de li dar ketin: dirûşma li seranserî »Perweriya me felata me ye« bû. Lê çalakvanine ji nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û herweha alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di bin dirûşma »Zorava ne bi tenê ye« derketin ser kolanan. Li Qamişlo bi tevayî pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Qanat Swês û Kornîş. Li tarika Tey, ku piraniya nişteciyên wê Ereb in, hêzên ewlekariyê vê heftiyê rê neda ku xwenîşandan li dar keve. Li xwenîşandana li Hilêliyê alîgirên PYD êrîşî Yekîtiya Hêvrêzên Demoqratên Kurd li Sûriyê kir. Çend kes birîndar bûn, di nav wan de Ebdilsemed Umer, siyasetmedarek rêber di Yekîtiyê de. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn, li Dêrik, Tirbespî, Çil Axa, Dirbêsî, Serê Kanî, Kobanî û herweha li taxa Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê û Riknudîn û Zorava li Şamê xwenîşandanên navendî pêk hatin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]