KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Kurdan hilbijartina parlamentê boykot kir

KURDWATCH, 10ê gulana (May) 2012ê - Partî, çalakvan û komên ciwanan ên kurdî bangî boykotkirina hilbijartina Parlamenta Sûriyê di 7ê gulana 2012ê de kir. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ev biryar di 5ê gulana 2012ê de di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand û bangî alîgirên xwe kir, ku ji bo şermezarkirina rewşa ku hilbijartin tê de pêk tên, beşdarî çalakiyên protestoyê û xwenîşandanan bibin. Imer Kalo, endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ji Kurdwatchê re got: »Çênabe hilbijartin pêk werin, di demekê de ku li gelek aliyên welatê me bi çekên giran li ser kesên sîvîl tê teqandin.« Herweha Yekîtiya Hêzên Demokrat ên Kurd li Sûriyê, Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) bangî boykotkirina hilbijartinê kir.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]