|
|
|
Şam: Du Kurd hatin girtin
KURDWATCH, 9ê gulana (May) 2012ê – Di dema xwenîşandaneke alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) de di 2ê gulana 2012ê de li tarika Zorava li Şamê, ku piraniya nişteciyên wê Kurd in, hêzên ewlekariyê bi daran êrîşî xwenîşanderan kir û Osman Hemo û Mihemed Ebdilrehman Hesen (jidayikbûn 1985 li Dêrikê) hatin girtin. Wek bersiv li ser vê yekê alîgirên PYDê bangî pêkanîna xwenîşandanên din li hemû herêmên kurdî li Sûriyê kir. Li Qamişlo, Dêrik, Efrîn û dîsa li Zorava di 2 û 3ê gulanê de xwenîşandanên li jêr dirûşma »Zorava ne bi tenê ye« li dar ketin.
|
|
|