KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Heleb: Hêzên ewlekariyê êrîşî malên xwendekaran kir – Zanîngeh hat girtin

KURDWATCH, 7ê gulana (May) 2012ê – Di sibeha zû ya 3ê gulana 2012ê de hêzên ewlekariyê êrîşî çend malên xwendekaran li Helebê kirin. Bi kêmanî 150 kes hatin girtin, di nav wan de xwendekarê matematîkê yê kurd Ibrahîm Sebrî Hesen. Li gor agahiyên şahidan dengên teqîna fîşekan li ser erda Zanîngehê dihat bihîstin. Bi kêmanî pênc xwendekar hatin kuştin. Hejmarek mezin ji xwendekaran li ser rêya revînê birîndar bûn, nemaze gava wan xwe ji taqên bilind diavêtin hejmarek mezin ji şikestinên hestiyan hebûn. Ji ber tirsa êrîşên din bi dehan xwendekar li derve xew kirin. Zanîngehê di 3ê gulanê de li ser malpera xwe ragihand ku hemû ders ta dema ezmûnan di 13ê gulanê de tên rawestandin. Erda zanîngehê û malên xwendekaran, ku cih ji bo nêzîkî 18 000 xwendekaran pêşkêş dikin, hatin girtin. Gelê Helebê ta niha kêm tevlî xwenîşandanên dijî rêjîmê bûne. Lê li zanîngehê, ku ji tevaya Sûriyê xwendekar li wê dixwînin, her tim xwenîşandan hebûn.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]