KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Heleb: Xwendekarek li girtîgehê hat işkencekirin

KURDWATCH, 4ê gulana (May) 2012ê – Li 25ê nîsana 2012ê xwendekar û çalakvanê ku li 3ê Adara 2012ê hatibû girtin Cegerxwîn Mele Ehmed (jidayikbûn 1985 li Qamişlo) [agahiyên bêhtir girêdayî babetê] hate veguhestinî zindana navendî ya Helebê. Du mirovên wî karîn wî li wir nîv demjimêrê bibînin. Berî veguhestina wî Mele Ehmed li zindana lêkolînê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê girtî bû û li wir hatibû işkence kirin. Civîna li dadgeha leşkerî ya Helebê ya ku ji bo 28ê nîsana 2012ê hatibû terxan kirin li dar neket, cevaneke nû nehatiye nîşankirin. Mirovekî çalakvanê girtî ji Kurdwatch re ragehand: »Cegerxwîn niha di zindaneke medenî de ye. Loma em hêvî dikin, ku kaxezên wî bên rêkirin dadgeheke medenî«.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]