KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: PYD xwenîşandaneke navendî li dar dixe

KURDWATCH, 3ê gulana (May) 2012ê - Di xwenîşandanên 20ê nîsana (April) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li tevaya Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rêjîmê kir. Vê heftiyê jî dîsa xwenîşandanên herêmên kurdî di bin du dirûşman de li dar ketin: dirûşma li seranserî Sûriyê wisa bû »Emrê Xwedê hat, daxwaza lezkirinê neke«. Lê çalakvanine ji nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî û herweha alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) di bin dirûşma »Federalî û parastina gel« derketin ser kolanan. Li Qamişlo bi tevayî pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Qanat Swês û li tarika bêhtir ereb lê dijîn Tey. Herweha PYD alîgirên xwe ji hemû herêmên kurdî derxist xwenîşandaneke navendî li Qamişlo, ku bi hezaran kes tê de beşdar bûn. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî, hatibûn amade kirin. Li Hisiçayê çar xwenîşandan hebûn, li Dêrik, Tirbespî, Çil Axa, Girkê Legê, Dirbêsî, Serê Kanî, Kobanî û li taxa Kurdan Şêx Meqsûd li Helebê xwenîşandanên navendî pêk hatin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]