|
|
|
Qamişlo: Encûmena Niştimanî ya Kurdî bernameyeke siyasî ya nû pêşkêş dike
KURDWATCH, 2ê gulana (May) 2012ê - Ji ber danûstandinên berdewam bi Encûmena Niştimanî ya Sûrî re Encûmena Niştimanî ya Kurdî di 21ê nîsana 2012ê de bernamyeke siyasî ya nû pêşkêş kir. Bernameya nû di wê yekê de ji bernameya kevin cuda ye, ku mafê çarenivîs ji bo gelê kurd û sîstemek siyasî ya ne navendî nema vekirî tên xwestin. Ismaîl Hemê, sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî di daxuyaniyekê de tekez kir ku daxwazên mafê çarenivîs hîn jî beşek e ji bernamyê. Wî got ku ew di wê hevokê de cih digire: Pejirandina destûrî ya gelê kurd û nasnameya wî netewî û pejirandina zimanê kurdî wek zimanekî fermî û herweha pejirandina mafên netewî yên rewa yên gelê kurd li gor pîvan û peymanên navneteweyî.
|
|
|