|
|
|
Qamişlo: PYD hêzên ewlekariyê direvîne
KURDWATCH, 1ê gulana (May) 2012ê - Di 25ê nîsana 2012ê de Ebdilxaliq Hesen, endamê Komîteyên Parastina Gel a nêzîkî PYD, li Qamişlo ji aliyê polîsên cezayê ve hat girtin. Alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) roja dî sibehî li ber deriyê dadgehê li Qamişlo kombûnek li dar xist, ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi daran û gaza hêsirbarên hate êrîş kirin. Du xwenîşander hatin girtin. Di pey re kombûneke dî ya PYD li Amûdê pêk hat, herweha karmendekî hêzên ewlekariyê li Qamişlo û du kesên dî ji hêzên ewlekariyê li Amûdê ji aliyê endamên PYD ve wekû rehîne hatin girtin, da bi vî awayî serbestberdana kesên girtî bê icbar kirin. Ev yek di heman êvarê de pêk hat, PYD jî di pey re revandin bi dawî anî.
|
|
|