KURDWATCH, 28ê nîsana (April) 2012ê - Di 21ê nîsana 2012ê de Adil Ebdelah Elî (jidayikbûn 1952) li mala xwe li Rimêlanê nêzîkî Çil Axa ji aliyê kendamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve hat girtin û ber bi Şamê ve hat veguhestin. Sedema girtina wî ta niha ne diyar e.