|
|
|
Hisiça: Dadkirina çalakvanan dîsa hat paş xistin
KURDWATCH, 27ê nîsana (April) 2012ê - Di 25ê nîsana 2012ê de Dadgeha Cezayan li Hisiçayê dadkirina Munzir Iskan Ehmad (jidayikbûn 1983 li Tenûriyê) [agahiyên bêhtir li ser mijarê], Ciwan Yûsiv Yûsiv (jidayikbûn 1986) û Fîraz Cuma el-Ehmed (jidayikbûn 1983 li Qamişlo) dîsa paş xist. Yûsiv û El-Ehmed di îlona 2008ê de bi Munzir Iskan Ehmed re ji aliyê polîsên cezayê yên Qamişloyê ve hatibûn girtin. Sedema paşxistinê, mîna rûniştina 20ê adarê û ya 21ê şibatê, neamadebûna şahidan bû. Rûniştina bê dê di 23ê gulana 2012ê de li dar keve.
|
|
|