KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Hisiça: Dadgeha Cezayê dest bi dadkirina çalakvanekî dike

KURDWATCH, 26ê nîsana (April) 2012ê - Di 10ê nîsana 2012ê de Dadgeha Cezayê li Hisiçayê biryar da ku ewê dadkirina çalakvan û nivîskar Mîral Ebdilezîz Şêxa (jidayikbûn 1979) di 15ê gulana 2012ê de bidomîne. Çalakvanê ku bi navê Mîral Bîrûda naskirî ye, di 26ê tebaxa 2012ê de di xwenîşandanekê de li Hisiçayê ji aliyê karmendên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve bi sedema xebata wî di amadekirina xwenîşandanan de û endametiya di komeke ciwanan de hatibû girtin. Şêxa ta 6ê çireya pêşîna (October) 2011ê di zindanê de di hucreya bitenê de girtî bû berî ew ji aliyê dadwerê lêkolînê ve bi kefalet serbest bê berdan. Hîn di heman rojê de girtin ji aliyê polîsên cezayê ve pêk hat û ta 15ê çireya pêşînê berdewam kir. Di zindanê de Şêxa hatibû işkence kirin. Ji ber lêdanên li zikê wî ew di warê gurcikan de hat birîndar kirin. Li dijî Şêxa li gor bendên 287 û 335ê yên qanûna tawanan doz hatiye vekirin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]