|
|
|
Kobanî: PYD serbestberdana sê endaman icbar dike
KURDWATCH, 22ê nîsana (April) 2012ê - Di 19ê nîsana 2012ê de alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) li Kobaniyê ji bo ferzkirina serbestberdana Kanîwar Elî, Ibrahîm Elî û Zekeriya Şêx çalakiyeke protestoyê li dar xist. Wan gef xwar ku ger endmaên komîteyên Parastina Gel ên ku di heman rojê de hatibûn girtin, neyên serbest berdan, ewê wan bi xwe rizgar bikin. Kesên girtî piştî çend demjimêran serbest hatin berdan.
|
|
|