KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qahîre: Kombûna giştî ya Platforma Sûrî ya Demokrat ragihandinek derxist

KURDWATCH, 20ê nîsana (April) 2012ê – Ji 13 ta 16ê nîsana 2012ê li Qahîre kombûna giştî ya Platforma Sûrî ya Demokrat li dar ket. Bi giştî zêdeyî dused çalakvanên sûrî tevlî vê kombûbê bûn. Nûqteyên rojevê bi giranî li ser pêşxistina mekanîzmên bikêr ji bo piştgiriya şoreşa sûrî, bi taybetî ji bo yekkirina opozîsyonê bûn. Di ragihandina ku di 17ê nîsanê de hat weşandin de, li ser pirsa kurdî hatiye nivîsamdin ku dewleteke sûrî ya demokrat û pirrengî ji bo têkildariyeke wekhev ya hemû welatiyan garantiya herî baş e. Herweha hatiye nivîsandin ku divê destûr misoger bike ku welatî, dûr ji binyada wan ya neteweyî, xwediyên heman maf û erkan bin. Di ser wê re jî tê xwestin, ku çareseriya pirsa kurdî bi hemahengiya ragihandinên navneteweyî yên mafên kom û mirovan pêk were.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]