KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Hevpeyvîn

Salih Gedo, endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê:

»Hinek partiyên kurdî hicetan peyda dikin, ji bo tevlî Encûmena Niştîmanî ya Sûrî nebin. Rastî ew e ku ew hîn ji rêjîmê ditirsin.«

KURDWATCH, 18ê nîsana (April) 2012ê – Salih Gado (jidayikbûn 1946, bi jin, şeş zarok), endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê ye û li Qamişlo dijî. Di hevpeyvînê de bi KurdWatchê re ew li ser rewşa niha ya herêmên kurdî û bi taybetî têkiliya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Niştimanî ya Sûrî diaxive.


KurdWatch: Rewşa niha ya hermên kurdî çawa ye?
Salih Gado: Tewetireke mezin heye. Hema bêje rojane li herêmên kurdî xwenîşandan hene. Bi hezaran kesên ciwan derdikevin ser kolanan, hema bêje hemû bajarên kurdî bûne meydanên xwenîşandanan. Hertim çalakvan tên girtin, carina li ser xwenîşanderan gule tên teqandin û birîndar hene. Di heman demê de rewşa Kurdistana Sûriyê nayê dan ber hev bi bajarên Deraa û Humsê ve.

KurdWatch: Gelekan bawer dikir ku bi sedhezaran kes dê derkevin ser kolanan, gava partiyên kurdî bangî pêkanîna xwenîşandanan bikin. Niha hema bêje hemû partiyên kurdî bangî beşdarbûna xwenîşandanan dikin. Lê herî zêde dora deh hezar mirov derdikevin ser kolanan. Gelo pişta partiyên kurdî di nav gel de gelekî kêmtir e ji tiştê ku tê bawer kirin, an ew ne ji dil tevdigerin?
Salih Gado: Li piraniya herêmên kurdî di heftiyê de bi kêmanî çar-pênc caran xwenîşandan li dar dikevin. Lê dîsa, rast e, bi sedhezaran kes beşdarî xwenîşandanan nabin. Ta îro ne hemû partî bi rengekî çalak tevlî xwenîşandanan dibin. Hinek ji wan wek hicet dibêjin ku ew naxwazin li herêmên kurdî xwîn birje.

KurdWatch: Kîjan partî tevlî xwenîşadnanan nabin?
Salih Gado: Du-sê partî. Naxwazim navan bêjim. Herkes van partiyan nas dike.

KurdWatch: Gelek çavdêr bawer dikin ku partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komîteyên tensîqiyatan roj bi roj piştgiriya gel winda dikin; di heman demê de PYD rojane xurtir dibe. Rast e?
Salih Gado: Ez bawer im ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî di nav Kurdên li Sûriyê de xwedî piraniya piştgir û alîgir e. Alîgirên PYD hene, ew di warê civakî de gelekî çalak e, wê gelek encûmenên gel û komên kar damezirandine. Lê koma siyasî ya herî bi bandor Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye.

KurdWatch: Hin komên ciwanan dev ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî berdane bi hiceta ku ew hema bêje kar nake û ku ew meydana siyasî ji PYDê re dihêle. Gelo ev rexne di cihê xwe de ye?
Salih Gado: Di hundirê encûmenên gel de û di birêvebirina çalakiyan de astengî hene. Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji pazdeh partiyan, hin encûmenên tensîqiyatan û çend sed kesên serbixwe pêk tê. Lewra standina biryarê ne hertim hesan e. Lê me li her deverê encûmenên gel damezirandine. Lê li hin deveran ew niha ji nû dest bi kar dikin.

KurdWatch: Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji dawiya çireya pêşîna 2011ê ve heye. Gelo ne hinekî dereng e, ku ew niha dest bi karan dike? Rexnegir dibêin ku PYD di hundirê du mehan de hejmarek mezin ji encûmenên gel y#ên çalak damezirandine.
Salih Gado: Bêguman kêmasiyên karê Encûmena Niştimanî ya Kurdî hene. Berpirsên vê yekê di serî de partî ne. Em Kurd hîn fêr nebûne di hevbendiyan de bi hev re kar bikin. Di heman demê de rewşa me qet ne wek ya PYD ye. PYD bi tena xwe ye, ew fermanan dide endamên xwe, û endam jî wan bi cih tînin. Li vir cudahiyek eşkere heye di nav me û PYD de.

KurdWatch: Di dema dawî de tim û tim çalakvan li herêmên kurdî tên revandin û kuştin. Gelek PYD bi pêkanîna van kiryaran gunehkar dikin. Ta niha Encûmena Niştimanî ya Kurdî ti helwestek zelal nestandiye. Çima?
Salih Gado: Kê jî li dû van kuştinan be, di nerîna me de dawî rêjîm berpirsyar e. Destên rêjîmê di meseleyê de hene.

KurdWatch: Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji xwe re bi vê helwestê ne pir hasan dike? Ew ne berî hertiştî ji rû bi rû hatin bi PYDê ditirse?
Salih Gado: Em hîn ser vê yêk guftûgo dikin. Divê em Kurd bi hev re biaxivin, tenê rêjîm ji kêşeyeke kurdî ya navxweyî sûdê digire.

KurdWatch: Di dema dawî de pir axavtin li ser wê yekê hebûn bê ma gelo Encûmena Niştimanî ya Kurdî dê tevlî Encûmena Niştimanî ya Sûrî bibe yan na. Tê gotin ku li ser vê meseleyê de di hundirê partiyan de newekheviyek heye.
Salih Gado: Em di vê demê de ragihandina dawî ya li ser Kurdan a Encûmena Niştîmanî ya Sûrî gengeşe dikin. Gelek daxwazên me hatin pejirandin. Heftiya bê kombûna mezin a Encûmena Niştimanî ya Kurdî heye. Emê li wir li ser vê babetê guftûgo bikin û biryarekê bistînin.

KurdWatch: Tê gotin ku pirsa tevlêbûnê dikare bibe sedema perçebûnê di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî de. Hin partî dixwazin tevlê bibin, hinek din na, li gor gotinan ji ber rêjîmê û ji ber Îranê.
Salih Gado: Hin partiyên kurdî hene ne amade ne daxwazên berfireh pêşkêş bikin, çimkî ew bawer dikin ku rêjîm dê wan ji ber helwesta wan ceza bike. Ew dibêjin, ew dixwazin daxwazên hindik pêşkêş bikin da ew nêyên êşandin. Hin partiyên kurdî gelek hicetan peyda dikin, da mecbûr nebin tev li Encûmena Niştimanî ya Sûrî bibin. Rastî ew e ku ew hîn ji rêjîmê ditirsin. Lê em hêvî dikin ku ev pirs nebe sedema perçebûnê.

KurdWatch: Partiya çep jî di nav partiyên bitirs de ye?
Salih Gado: Erê, hinek ji me jî ji cihê berevaniyê diramin. Lê ez ne ji vê komê me.

KurdWatch: Berî demek kin partiya çep perçe bû. Çima?
Salih Gado: Cudahiyên nerînê yên îdyolocî û rêxistinî hene. Sekreterê berê yê partiya me, Mihemed Mûsa, hin endamên partiyê li dor xwe kom kirin, kongireyeke partiyê li dar xist û rêberiyeke nû hilbijart. Lê rastî ew e ku bêtirê endamên Komîteya Navendî û herweha bêtirê endamên partiyê beşdarî kombûnê nebûn û ew wê wek kongireyê partiyê napejirînin. Ev kombûn ne rewa bû.

KurdWatch: Gelo niha du partiyên çep hene?
Salih Gado: Belê. Yek navê xwe kirye Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê (Kongir), û me navê xwe kiriye Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê (Komîteya Navendî).

KurdWatch: We berî çend rojan vekişandina xwe ji Komîteya Bicîanînê ya Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat ragîhand. Çawa çêdibe ku hûn hîn endam bûn di vê kombûnê de? Gelo li gor biryara Encûmena Niştimanî ya Kurdî ne gerek e hemû partî endamên xwe ji hevgirtinên din ên opozîsyonê vekişînin?
Salih Gado: Divê ew endametiya xwe sar bikin. Me jî endametiya xwe tenê sar kir. Lê min wek kes vekişandina xwe ji Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat ragihand. Ji ber helwesta wan ji pirsa kurdî.

KurdWatch: Çawa çêdibe ku hin partî mîna Partiya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê yan Partiya Yekîtiya Demoqrat – Sûriyê ya Ebdilrehman Alûcî herweha endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî in û di heman demê de endamên Encûmena Niştimanî ya Sûriyê ne?
Salih Gado: Ev partî berî demek kin derbasî Encûmena Niştimanî ya Kurdî bûn. Ji bo vê yekê divê çareseriyek peyda bibe.

5ê nîsana 2012ê

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]