KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Şam: Hindiktir kuştî û dîsa xwenîşandan

KURDWATCH, 18ê nîsana (April) 2012ê - Di xwenîşandanên 13ê nîsana (April) 2012ê de, du duyemîn roja bêdengiya çekan de ku ji aliyê desthilatdariyê ve hat ragihandin, li seranserî welêt li gor mehên çûyî hindiktir kes hatin kuştin. Dûr ji vê xwenîşander li jêr dirûşma »Şoreşa hemû Sûriyan« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li Qamişlo pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn: ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî. Li Hisiça çar xwenîşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Çil Axa, Girkê Legê, Dirbêsî, Serê Kanîyê, Kobanî û herêmên ku bêhtir Kurd lê dijîn, Şêx Meqsûd li Helebê û Tarika Kurdan (Riknuddîn) li Şamê, xwenîşandanên navendî pêk hatin. Xwenîşandanên din li Girê Sipî nêzîkî Kobaniyê herweha li Qabbasîn (nêzîkî 50 km li bakurê rojavayê Helebê) pêk hatin. 

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]