KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Partiya çep ya Kurd li Sûriyê parçe bû

KURDWTACH, 16ê nîsana (april) 2012ê – Li 9ê adara 2012ê komîteya navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ragehand, ku serokê wê Mihemed Mûsa Mihemed ji partiyê hat dûrxistin. Wî li gor endamê Komîteya Navendî Salih Gedo Kongireyekî Partiyê yê ne rewa li dar xistibû. Li gor Gedo niha du partî hene bi navê »Partiya Çep a Kurd«. Yek ji wan paşbirka »komîteya navendî« hildigre û ya dî paşbirka »Kongir«.
Di ragehandinekê de li 12ê adara 2012ê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (Kongir) da nasîn, ku di kongireyê Partiyê de li 9ê adara 2012ê Salih Gedo ji partiyê hat dûrxistin û Mihemed Mûsa Mihemed wekû sekretêr hat hilbijartin.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]