KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Dîsa xwenîşandan li herêmên kurdî

KURDWATCH, 11ê nîsana (April) 2012ê - Di xwenîşandanên 6ê nîsana (April) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Li tevaya Sûriyê xwenîşanderan doza hilweşandina rêjîmê kir. Hefteya çûyî li herêmên kurdî hemû xwenîşander li jêr dirûşmeke xweser derketibûn ser kolanan. Vê hefteyê hin komik li pey dirûşma seranserî welêt çûn »Yê dagîrkerekî amade bike, ew bi xwe dagîr dike«. Komên dî yên ciwanên kurd li jêr dirûşma xwe ya taybet »Mafên neteweyî yên gelê kurd li ser hemû komîteyan de ye « derketin ser kolanan. Li Qamişlo pênc xwenîşandan pêk hatin: li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn: ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) , Encûmena Niştimanî ya Kurdî û komên cuda yên ciwanan ve, di nav wan de Avahî. Li Hisiça çar xwepêşandan hebûn. Li Dêrik, Tirbespî, Çil Axa, Girkê Legê, Dirbêsî, Serê Kanî, Kobanî û Efrînê  xwenîşandanên navendî pêk hatin. Xwenîşandan bi ferehî bi aştiyane derbas bûn.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]