KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Qamişlo: Serbestberdan di pey qutkirina qaçax ya Sînor

KURDWATCH, 7ê nîsana (April) 2012ê – Li 30ê adara 2012ê Ibrahîm Xelîl Biro (endamê Nivîsgeha Siyasî ya Payrtiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û herweha endamê Komîteya Bicihanînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê), Mihemed Yûsiv (endamê Komîteya Bicihanînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê), Salih Umer Sofî (endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Rêkeftina Demoqrat a Kurdî li Sûriyê), herweha herdu qaçaxçiyên wan Mihemed Salih Osman û Umer Ibrahîm li Qamişlo ji zindanê serbest hatin berdan [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Dadgeha medenî li Qamişlo doza kombûna bêdestûr herweha riswakirina serokkomar rawestandibû, lê gumanbar ji ber doza qutkirina qaçax ya sînro gunehkar hatin dîtin. Dema zindana lêkolînê wekû dema zindankirinê hat hejmartin û girtî hatin berdan. Li ser pirsa tevlîbûna Partiya Yekîtya Demoqrat (PYD) di girtina wan de Ibrahîm Biro ragehand, ku karmendên sînor ew û hevrêyên girtin. Ti rola PYD di girtinê de tinebû.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]