KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 
Hisiça: Piştî nêzîkî çar salan hîn biryara dadgehê derneketiye

KURDWATCH, 28ê dara (Març) 2012ê – Li 20ê adara 2012ê dadgeha cezayan li Hisiça rûniştina dadkirina Munzir Oskan Ahmad (jidayikbûn 1983 li Tenûrî) paş xist. Sedema paşxistinê, mîna rûnişta 21ê şibatê, neamadebûna şahidan bû. Li dijî Ehmed li gor bendên 287267  û 305ê doz hatiye vekirin. Munzir Oskan Ehmed di 4ê îlona 2008ê ji aliyê polîsên cezayê yên Qamişlo hat girtin û hate radestkirinî Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiça û di pey re radestkirinî Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê. Li wir ew di zindana el-Fayhayê de hat zindan kirin. Li 14ê çireya pêşîna 2008ê Ehmed hate radestkirinî Dezgeha Ewlekariya Dewlet. Ji 16ê Adara 2009ê Dezgeha Ewlekariya Siyasî berpirsa wî bû, ew li zindana Edrayê de li Şamê hat zindakirin. Di pênc mehên destpêkê de yên zindankirina wî Ehmed bi giranî hate işkence kirin. Li 8ê çileya paşîna 2011ê Ehmed cara yekê hate ber dadgehê-berpirs dadgeha Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya bilind li Şamê bû. Piştî jiholêrakirina wê di gulana 2011ê [belgeyê daxe] Ehmed li 19ê gulana 2011ê veguheztin zindana Qamişlo û li 1ê hizêrana 2011ê kete zindana Hisiça de.Berpirsê kêşa wî bû Dadgeha Cezayê ya Hisiça. Li ber vê Dadgehê çar rûniştinên dadkirinê li dar ketine ta niha. Rûnuştina bê li 25ê nîsana 2012ê ye.

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2011 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]