|
Qamişlo: Dîsa xwepêşandan li herêmên kurdî
KURDWATCH, 27ê adara (March) 2012ê – Di xwenîşandanên 23ê adara (March) 2012ê de li seranserî Sûriyê dîsa gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Li seranserî Sûriyê xwenîşander li jêr dirûşma »Em tên Şam« derketin ser kolanan û doza hilweşandina rêjîmê kir. Li Qamişlo pênc xwenîşandan pêk hatin, li taxên Hilêlî, Enterî, Qidûrbeg, Kornîş û Qanat Swês. Li Amûdê sê xwenîşandanên cuda hebûn, ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat, Encumena Niştîmaniya Kurd û komên cuda yên ciwanan, di nav wan de Avahî. Li Hisiça sê xwepêşandan hebûn, li Tibesipiyê, Çil Axa, Girkê Legê, Serê Kaniyê, Dirbasiyê, Kobaniyê û Efrînê herweha li Helebê xwepêşandanên navendî hebûn. Xwepêşandanên li Efrîn û Helebê ji aliyê PYD hatin li darxistin. Hemû xwepêşandan aştiyana derbas bûn.
|