|
|
Hevpeyvîn
Azad Mihyedîn, endamê Tevgera Ciwanên Rojava:
»Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji bilî navekî ne tiştek e. Em wê bi PYD re bidin ber hev, wê tiştek pêşkêş nekiriye«
KURDWATCH, 21ê adara (March) 2012ê – Azad Mihyedîn* (jidayikbûn 1981) endamê Tevgera Ciwanên Rojava e û li Qamişo dijî. Di hevpeyvînekê de bi KURDWATCH re ew nerîna xwe li ser rewşa vê demê ya Cizîrê, nemaze li ser siyaseta Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), diaxive.
KurdWatch: Li herêmên kurdî û bi taybetî li Cizîrê niha rewş çawa ye? Azad Mihyedîn: Her ku dice dijberên rêjîmê her çalaktir dibin û xwepêşandan mezintir dibin. Tirsa gel her û her kêmtir dibe. Di heman demê de, di nav me de, komên ji hêla siyasî ve çalak, astengiyên cuda hene. Em ta niha nikarin bi hev re xwepêşandanan li dar bixin. Tenê li Qamişlo her hefte çar xwenîşandanên ji hev cuda hene. Li aliyekî komên hevrêziyê, Şepêla Pêşerojê û komên islamî, li aliyekî dî Encûmena Niştimanî ya Kurdî. Û PYD jî heye. PYD li gor siyaseta xwe ya xweser tevdigere. Babetên xwepêşandanên wan bi taybetî bêtir li ser Ocalan û Tirkiyê ne, ew hema bêje tucarî daxwaza herifandina rêjîmê nakin. Em hêvî dikin ku rojekê ji rojan em hemû bi hev re derkevin xwepêşandanan. Lê hêviya ku ev yek bi rastî pêk were, roj bi roj kêmtir dibe.
KurdWatch: Çawa wisa dibe ku komên Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî bi hev re xwepêşandanan pêk nayinin? Azad Mihyedîn: Partî pirsgirêk in. Berê em ditirsiyan ku muxaberat komên ciwanan ji hev bixin, niha partiyên kurdî berpirsiyarên vê perçebûnê ne. Wan xebata ciwanan bêhêz kiriye, her partiyekê yek ji komên ciwanan bi aliyê xwe ve kişandiye û ew xistiye bin bandora xwe. Ev kom tenê li gor berjewendiyên partiya ku pê ve girêdayî, tevdigere. Ji ber vê yekê piraniya komên ciwanan bi hev re kar nakin. Wan kêşeyên ku ev bêtirî çil sal in di nav partiyan de hene, derbasî nav xwe kirine.
KurdWatch: Hin pispor di wê nerînê de ne ku Encûmena Niştîmanî ya Kurdî wê perçe bibe. Koma we jî perçeyeke ji Encûmena Nişîmanî ya Kurdî. Hûn çi bawer dikin? Azad Mihyedîn: Ev dora du mehan e ku me endametiya xwe di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de cemidandiye. Em xwe nema hevparên stendina biryarên encûmenê dibînin. Rast e, di encûmenê de gelek pirsgirêk hene. Ew ji gelek komên biçûk pêk tê, û ev kom nikarin li ser helwesteke hevbeş li hev bikin. Ew bitaybetî her û her baweriya gel winda dikin. Rexne li wan tê kirin, çimkî wan hema bêje ti kar nekiriye. Mirov dikare bêje ew ku ew di kolanê de hema bêje ne xuya ne. Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji bilî navekî ne tiştek e. Ku em wê bi PYD re bidin ber hev, wê tiştek nekiriye.
KurdWatch: We ji ber çi endametiya xwe di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de cemidand? Azad Mihyedîn: Encûmen roj bi roj rasteqîniya xwe winda dike. Encûmen guh nade çalakvanên ciwan. Di damezirandinê de hat gotin ku wê piştgiriya kesên ciwan bê kirin, eger pêwîstiya wan bi alîkariyê hebe, û encûmen wê bi wan re derkeve xwepêşandanan. Tiştek ji van pêk nehat. Gerek bû komîte hatibana damezirandin. Tiştek pêk nehat. Ji ber karê ne ji dil ê encûmenê me endametiya xwe cemidand.
KurdWatch: Çi astengiyên berbiçav di hundirê Encûmena Niştimanî ya Kurdî de hene? Ji bo çi encûmen çalak nabe? Azad Mihyedîn: Nêzîkî heştê endamên serbixwe yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî diyar kir ku ew di bin mercên heyî de nema amade ne di encûmenê de kar bikin. Ew daxwaz dikin ku encûmen di herêmên kurdî de bi karên praktîk rabe, û ew dixwazin di standina biryarê de hevpar bin. Ta niha partî biryarên siyasî distînin û xebata ser kolanan ji aliyê komên ciwanan û kesên serbixwe ve bi rêve diçe. Em, Tevgera Ciwanên Rojava, gihane wê baweriyê ku partî rê li ber xebata me digrin.
KurdWatch: Helwesta ji PYD çi ye? Azad Mihyedîn: Ta niha me ew wek partiyeke li aliyê rêjîmê didît. PYD wek şebîheyên rêjîmê dihatin binavkirin. Lê niha xwe bi awayekî berevajî pêşkêş dike. Ew bi baweriyeke mezin dixebite û her ku diçe, alîgerên wê zêdetir dibin. PYD komîteyên çalak damezirandin ku li her derî amade ne. Endamên wê di pevçûnan de navcîtiyê dikin. Ew dizan digrin. Ew guh didin nexweş û birîndaran. Ji xwe îro ew û hêzên ewlekariyê li Qamişlo bi hev ketin. Ew nîşan didn ku ew partiyeke kurdî ye ku ji bo berjewendiyên gel kar dike. Tevî ku em xwedî nerînên siyasî yên cuda ne, lê divê em qebûl bikin ku her ku diçe, PYD bêtir xelkê ber bi xwe ve dikişîne.
KurdWatch: PYD çawa karî di demeke ewqas kin de wisa xurt bibe? Azad Mihyedîn: Di destpêka şoreşê de hema bêje kesî piştgiriya PYD nedikir. Berevajî wê, ew wek desteka rêjîmê dihat dîtin. Xelkê salên 1980 û 1990î ji bîr nekiribûn, gava PKK rexnegirên xwe işkence dikir, guh û bêvilên wan jêdikirin. Eger Beşar el‑Esed berdewam desthilatdar bimîne, ev dîrok wê dubare bibe. Lê niha PYD hewil dide ji xelkê re bide xuyakirin ku ew li gor berjeweniyên Kurdan tevdigere. Lewra wan komîteyên gel damezirandine. Lewra ew gelek xizmetan pêşkêş dikin û ji bo peydakirina pêdiviyên xelkê kar dikin. Divyabû Encûmen Niştimanî ya Kurdî di van waran de kar kiriba. Ev pêk nehat û xelk diçin cem wan aliyên ku tiştekî ji wan re dikin. Herweha PYD ji xelkê re dibêje ku wê çekdar anîne welêt, da ku xelkê biparêze eger ew rastî êrîşên ji aliyê Ereban ve bên.
KurdWatch: PYD tê rexnekirin ku ew xelkê direvîne, işkence dike û wan dikuje jî. Ji bo çi ew li gel van cerîmeyan piştgiriyê dibîne? Azad Mihyedîn: Gava Mişeel Temo hat kuştin, her kesî digot destên PKK/PYD di kuştinê de hebûn, ku wan ew kuştiye. Lê piştî ewqas çalakiyên ku PYD pêşkêş kirin, xelk bawer dikin ku ew ne gunehkar e. PYD guh dide xelkê, ew xelkê ji bo xwepêşandanên xwe kom dike. Li ser kuştina malbata Bedro [agahiyên griêdayî babetê bixwîne] PYD dibêje ku ev meseleyeke girêdayî partiyê ye. Xelk xwe bi vê şirovekirinê razî dikin. PYD dibêje ku yek ji şervanên wê yên mezin ji aliyê mala Bedro ve hat kuştin. Şervanekî, ku zêdeyî pazdeh salan şerê dewleta tirkî dikir û malbata Bedro ew di kêlîkekê de kuşt. Ev dîtina PYDê ye ji çîrokê re. Ew dibêje malbata Bedro hêjayî mirinê ye. Ew dikare xelkê qanii bike. Ew dibêje ku ew tenê kesên xayin direvîne, ango kesên ku karên neexlaqî dikin, dizan ceza dike û htd. Xelk van tiştan bawer dikin û rast dibînin. Eger em rastiyê bêjin, piraniya xelkê li Qamişlio ji PYD bawer dikin.
KurdWatch: Hûn çalakvanên ciwan we dest bi vê şoreşê kir, ji ber hûn dixwazin xwe ji desthilatekî dîktator rizgar bikin. Çawa çêdibe ku hûn amade ne desthilateke dî ya autorîter bipejirînin? Azad Mihyedîn: Kesek nîne cihê PYD bigire. Em çalakvan jî nikarin li hemberî wê rabin, em jî nikarin cihê wê bigrin. Eger Encûmena Niştimanî y Kurdî piştgiriya me kiriba û bi xwe çalak bûba, me yê karîba nerîna xwe bi serbestî bêjin û karîba li hember PYD rabin. Bi ser de jî tê ku PYD niha hewil dide xelkê bide famkirin ku nema jê re giring e ku tenê ew tevayan biryaran bistîne û ew niha nerînên cuda dipejirîne. Bi vî awayî wê hin çalakvanên serbixwe ku di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ne, bi xwe ve girê dan û ew niha bi hev re kar dikin. PYD dibêje ta ku kesek Ocalan rexne neke û şehîdên wê riswa neke, herkes dikare hertiştî bêje, herkes dikare wê hertim rexne bike. PYD hewil dide xwe wek garantiya azadiyê pêşkêş bike û hişt gelek kes vê nerînê bawer bikin. Vê demê em bi dijwarî dikarin hevkariya bi wê re nekin. Wek nimûne me komîteyên ewlekariyê saz kirin, kesên me hin tarikan diparêzin. Komîteyên PYD jî wiha dikin. Ji bo em bi hevdû nekevin, divê em li hev bikin. Em bixwazin an na, PYD niha li Qamişlo hêza herî xurt e. Bêyî PYD tiştek çênabe. Tiştên ku PYD di panzdeh rojan de kir, Encûmena Niştimanî ya Kurdî nekarî di pênc mehan de bike.
KurdWatch: Çima? Hûn jî endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî bûn, çima we tiştek nekir? Azad Mihyedîn: Pirsgirêkên kevin ên di nav partiyan de yek ji sedeman bû. Kêmbûna piştgiriya aborî ji bo çalakvanan û neamadebûna encûmenê ji bo karê ji bo gel sedemek din bû. Ez bi xwe bawer dikim ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi vî rengê xwe yê niha nikare mehekê jî xwe bigre. Ewê perçe bibe.
KurdWatch: Tu pêşeroja Kurdên Sûriyê çawa dibînî? Azad Mihyedîn: PYD wê herêmên kurdî kontrol bike, ewê hertiştî li gor kêfa xwe bike, ti kes wê nikarîbe li dijî wê tiştikeî bike. Ez ditirsim, ku îdyolojiya wê wê cihê ya Beesiyan bigre û dibe ku siyaseta di salên 1980 û 1990î de dubare bibe. Ez bi hêvî me ku wê rewş negihê vê astê. Ez hêvî dikim ku PYD wê bibe hêzek ku Kurdan biparêze û azadiyan bide wan, ne ku ji wan bistîne. Ez bi xwe bi reşbînî li pêşerojê dinerim.
KurdWatch: Ma wê Tirkî PYDeyeke ewqas xurt li ser sînorên xwe qebûl bike? Azad Mihyedîn: PYD dibêje ku wê Tirkî bi xwe ji bo şerê li dijî wê derbasî Sûriyê nebe, lê ewê Artêşa Azad a Sûriyê ji bo vî karî rêke. Wê demê dibe gelek kes bên kuştin. Ez bi xwe jî bawer nakim ku Tirkî wê bê helwest rê bide PYD herêmên Kurdî li Sûriyê yekser li ser sînorê wê bixe destên xwe. Lê ma Tirkî konkrêt çi bike li dijî vê yekê? Ez nizanim.
*Nav ji aliyê sernivîser ve hatiye guhertin.
12ê adara (March) 2012ê
|
|
|